Yûsuf
25 Aralık 2013 | Gösterim: 54 | Kategori: Siyaset
-Em dikarin hevûdu binasin?
-Helbet, ez Selîm im.
-Ez jî Yûsuf.
-Kêfxweş bûm Yûsuf.
-Ez jî kêfxweş bûm.
-Tu weke navê xwe delal î, lê rûçikê te çi qas zer e!
-Êê, tu bi Îngilîzî dizanî?
-Ne zêde, tu çawa têgihîştî?
-Ji wechê te!
-Himm..
-Vat îz yor neym?
-May neym îz Selîm.
-May neym îz Yûsuf.
-Nays tu mît yu Yûsuf.
-He?
-Yanê kêfxweş bûm.
-Nays tu mît yu!
-Mî tu.
-He?
-Yanê ez jî.
-He, çima porê te dirêj e?
-Ji ber ku naqusînim.
-Hee, qey zêde pirtûk dixwînî?
-He, çawa têgihîştî?
-Ji wechê te!
-Himm!
-Teksiya te tune, ne wisa?
-Na, tune, çawa têgihîştî?
-Ji wechê te!
-Ez perê xwe didime pirtûkan.
-Çend pirtûkên te hene?
-Li dora sê çar hezarî hene.
-Eeew! Hemû kes pereyê xwe didine teksiyan, ji ber vê yekê buhayê xwe zêde dibin!
-Himm, tu bi kîjan zimanên din dizanî?
-Bi Erebî dizanim.
-Yanê zimanê te yê dayîkê Erebî ye.
-Na, bavê min jî dizane!
-Himm, Erebî mucîzeyek e, xwezil min zanibûya. De baş e, tu dizanî bi Erebî bixwînî?
-Xwendina bi Erebî?
-Yanê elfabeya Erebî.
-Elfabeya Erebî?
-Te dît herfên xwe yên cuda hene, weke Qur’anê.
-He, dizanim!
-Tu dikarî çîrokên Erebî bixwînî?
-Erê!
-Bi raya min tu divê zêdetir bixwînî.
-Helbet!
-Ez dizanim ji ber ku zêde ji te pirsîne, tu kerixî yî, lê ez jî carekê bipirsim; gava tu mezin bibî, tu dê bibî çi?
-Na, tu kesî nepirsiye!
-De baş e, naxwe ez bipirsim, tu dê bibî çi?
-Astronot.
-Himm, divê waneyên fenê baş bin, gelo baş in?
-Fen?
-Fizîk, kîmya lo.
-Me hêj ew nedîtine!
-Dê û bavê te li ku ne?
-Li wê paşiyê rûdinên, min te bitenê dît û hatim!
-Têgihîştim! Hûn ê biçine Mêrdîna jorî?
-Na, em ê li nexweşxaneyê dakevin!
-Têgihîştim Yûsuf!
-Ez dizanim tu têgihîştî.
-Tu çawa têgihîştî?
-Ji wechê te!
DEM
Êdî xwe xistiye binê barekî giran
Ew kesê lîrekê daye destê xwe.
Sándor Petöfi (1823-1849)
